Li xeta sînor a Îsraîl-Lubnanê êriş: 1 mirî, 4 birîndar

Di êrişên artêşa Îsraîlê de yên li bajarokên cuda yên li başûrê Lubnanê kesek mir. Hîzbûllahê jî diyar kir ku êriş biriye ser nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê bi droneyan û obusan êriş bir ser başûrê Lubnanê. Hate ragihandin ku di êrişa li ser bajarokê Tora yê navçeya Siwerê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Medyayên Lubnanî ragihand ku bajarokên Yehmer Şiqêf, Hebşît, Tol û Nebetiyê hatin bombebarankirin û li bajarokê Zeftayê jî dronekê li erebeyekê xist.

Her wiha hate ragihandin ku bi şev jî bajarokên Hebûş, Kefer Ruman, Harûf, Kefûr, Kefer Tebnît, Dêr Qanûn El Nehir hatin bombebarankir. Di encamê de zerarên mezin li avahiyên niştecihan, firoşgeh û binesazî bûn.

Hate zanîn ku navenda Parastina Sivîl a Herêmî ya Nebetiyê jî hat bombebarankirin, di encamê de avahî hilweşiya, alavên tê de zerar dîtin, lê tu qurbanî çênebûn.

Hizbûllahê jî ragihand ku wê bi fûzeyekê li kombûna maşîneyên artêşa Îsraîlê ya li herêma Beyadayê xistiye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li başûrê Lubnanê di teqîna droneke bombekirî de 2 leşkerên wan birîndar bûne.